Efrîn .. 11 sal li ser komkujiya malbata ŞÊX HENAN re derbas dibin

Efrîn .. 11 sal li ser komkujiya  malbata ŞÊX HENAN re derbas dibin

PDK-S: Di rojeke weke îro, de 4ê Tîrmeha sala 2012an de, yekem komkujiyên hovane li seranserî Rojavayê Kurdistanê, do dermafê malbata Şêx Henan Şêx Hesen ku bi êla Şêx Nesan naskirî ne li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji aliyê çekdarên PYDê hate encamdan, tê de Şêx Henan bi kurê xwe Ebdulrehman şehîd bûn, û kurê din Nûredîn din bin eşkenceyê de şehîd bû.

Sedemên pêkanîna komkujiyê ji ber ku malbatek partî û li ser rêbaza Barzanî bûn, û ne li ser şopa PKKê û PYDê bûn, herwiha li dijî rêjîmê Sûriyê bûn, lewma PYDê ew malbata navdar xiste ber çavên xwe û armanc kir û yek ji kumkujiyên hovane encam da. Ji bilî şehîdkirina 3 kesan, 26 kesan ji malbatên wan wek malbata Şêx Ehmed, Şêx Hesen, Şêx Nasan girtin û bin çav kirin, û li zîndana gundê Hopka yê Raco rastî eşkenceyê hatin, di encam de Nûredîn kurê Şêx Henan jiyana xwe di bin eşkencê de ji dest da û şehîd bû.

Herwiha mal û dukanên malbatê şewitandin û çend rojan çûnûhatinê nav bajêr qedexa kir. Ku piştî şehîdkirina 3 ji malbatê biryara kuştina 12 kes din jî derxist, lê destêwerdana serok Mesûd nehişt ku ew komkujî berferehtir bibe.

Di 10\7\2012 û li gor rêkeftina Desteya Bilind ku di 11ê meha 7an rêkeftin bi fermî li Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî hate îmzekirin, li gor wê rêkeftinê hêdî hêdî girtiyên komkûjiya malbata Şêx Henan serbest hatin berdan, ku di zîndana reş de li gundê Şêx Bila yê Raco bûn û yekem car ew zîndan bi girtiyên wê malbatê hate vekirin.

Komkujiya Şêx Henan destpêka zincîra armanckirina Encûmena Niştîmanî ya kurdî, Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya û her kesek ne li gorî hizir û bîrokeya PKKê û PYDê bû, pişt re bi dehan komkujî wek Amûdê, Kobanê, Burc Ebdalo, Al Bedro, Til Xezal bû serbarî şehîdkirin û revandina serkirdeyên kurd wek şehîd Neserdîn Birhik endamê Polîtbîroya PDK-Sê û serkirdeyê revandî Behzad Dorsin endamê Polîtbîroya PDK-Sê û bi sedan ji serkide, endamên din li seranserî Rojavayê Kurdistanê bi destê çekdarên PYDê hatine encamdan û hîn jî di kiryarên xwe berdewam in.