ENKSê êrîşa li ser baregeha PDK-Sê şermezar kir û bang li PYDê kir ku dest ji binpêkirinan berdin

ENKSê êrîşa li ser baregeha PDK-Sê şermezar kir û bang li PYDê kir ku dest ji binpêkirinan berdin

PDK-S: Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê êrîşa li ser baregehe Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar kir , û bang li PYDê û çekdarên bi ser ve kir ku dest ji kiryarên tirsandinê berdin.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di daxuyaniya xwe de gotiye: Di derengiya şeva 4ê Tîrmeha 2023yan de girûpeke rûpêçayî êrîşî baregeha PDK-S li bajarokê Girkê Legê kir û ala Kurdistanê û logoya Partî şewitandin, û bû sedema belavbûna rewşeke tirsê di nava niştecî û zarokên wan de.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ev kiryar bi tundî şsermezar kir û di daxuyaniya xwe de bo raya giştî zelal kiriye ku ev kiryar bi berdewamî li dijî nivîsgeh û baregehên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û partî û pêkhateyên wê di nava encûmenê, li ser destê PYDê û baskên wê, bi hemû navên cuda yên bi ser ve têne encamdan, hevdemê ku van kiryaran bi tundî riswa û şermezar dike, bang li PYDê dike ku dest ji binpêkirinên xwe di dermafê şênî, civak û ENKS de dikin berdin.

ENKSê di dawiya daxuyanniya xwe de tekez kiriye ku armanca PYD ji van kiryaran dirustkirina girjiyeke bêtir û bêhêvîkirina xelkê ye da ku koçber bibin herweha xerabiyê bigihîne kurdan û xebata wan ya netewî û niştîmanî