7 sal li ser şehîdbûna Pêşmergeyê Leşkerê Roj Danyal Hewas re derbas dibin

7 sal li ser şehîdbûna Pêşmergeyê Leşkerê Roj Danyal Hewas re derbas dibin

PDK-S: Weke siba di 5 Tîrmehê ji sala 2016an, Pêşmergeyê Leşkerê Roj Danyal Hewas Mehmûd di şerê rûbirûbûna Rêxistina DAIŞa terorîst li eniya Eskê Mûsil li Herêma Kurdistanê şehîd ket, û rewanê xwe kir qurbaniya xaka Kurdistana pîroz.

Pêşmergeyê şehîd Danyal Hewas Mehmûd ji şêniyên bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye, sala 1993an ji dayik bûye.

Pêşmergeyê şehîd Danyal Hewas Mehmûd cihê xwe di nav lîwaya yekem ya Leşkerê Roj de digirt.