Şandek ji serkirdayetî û kadirên PDK-Sê beşdarî di şîna kesayetiya niştîmanî û civakî Ismail Mîro de kir

Şandek ji serkirdayetî û kadirên PDK-Sê beşdarî di şîna kesayetiya niştîmanî û civakî Ismail Mîro de kir

PDK-S: Roja çarşemê 26 .07. 2023, Serkirdayetiya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, bi serokatiya Mihemed Ismaîl sekreterê PDK-Sê, beşdarî di merasîmên şîna kesayetiya niştîmanî û civakî Ismail Mîro de kir.

Kesayetiya niştîmanperwer û welatparêz Ismaîl Mîro 25ê Tîrmeha 2023yan, li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê koça dawiyê kir.

Ismaîl Mîro Kesayetiya niştîmanperwer û welatparêz, kurê Deham Mîro, serkreterê pêştir yê Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya ye.

Weke endamê Encûmena Xwecihî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê li bajarê Dêrikê cihê xwe digirt, di salên 60yan de, di nava refên hêzên Pêşmergeyan de, pêşmerge bû.

Di dirêjahiya jiyana xwe de, kar û xebat di ber doza kurdî de dikir, û bi hest û helwêstên xwe navdar bû.

Ismaîl Mîro Kesayetiya niştîmanperwer û welatparêz ji şêniyên gundê Mozelan yên Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye, li zêdê xwe bi xakê hat spartin.