Salvegera 39an ya koçbarkirina xebatkar Hemîd Sîno

Salvegera 39an ya koçbarkirina xebatkar Hemîd Sîno

PDK-S: Di rojeke weke îro de sala 1984an, kurdperwer û xebatkar Ebdilhemîd Sîno piştî kedeke, koça dawî kir.

Xebatkar Ebdilhemîd Sîno di sala 1940î de li Gundê Kurkundê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Li zankoya Helebê mafperwerî xwend lê berdewam nekir.

Di sala 1963yan de berê xwe da Ferensayê û li wir derbasî kolêja zanistên siyasî û abûrî bû.

Sala 1965an, li Ferensayê di kongira Komela Xwendevanên Kurd de, nûnerê xwendevanên Kurd bû.Piştre berê xwe da Elmaniyayê da ku beşê abûrî bixwîne.

Di sala 1971ê de bawernameya master wergirt û vegeriya Rojavayê Kurdistanê.

Sala 1972yan de li gel hevalên xwe, endamên kongira Partî ya yekemîn berê xwe da Herêma Kurdistanê. Weke endamê Komîta Navendî û piştre endamê Polîtbîroya Partî hate hilbijartin.

Piştî wê, Rêjîma Sûrî dest bi helmeteke girtinê kir û sekretêrê Partî Dehamê Mîro û hejmarek ji serkirdeyê pêşîn yên Partî hatine girtin. Û Piştî wê yekê Ebdilhemîd Sîno bû sekretêrê Partiya Demuqrata kurd li Sûriya “Elpartî“ ku neha navê wê Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya “PDK-S“ ye.

Sala 1975an de xebatkar Ebdilhemîd Sîno ji aliyê Rêjîma Sûrî ve hate girtin, ta sala 1980î di zîndanê de ma. Tevî vê yekê û piştî serbestberdana wî, niştîmanperwerê kurd li ser hêla niştîmanî û rêbaza Barzaniyê Nemir ma.

Di 16ê Cotmeha1984an û piştî nexweşiyeke giran, xebatkarê Kurd Ebdilhemîd Sîno koça dawî kir, û bi beşdariyeke berfereh li gundê Kurkundê bi xakê hate spartin.