11 sal li ser revandina serkirdeyê Kurd Behzad Dorsin re derbas dibe
PDK-S: Roja Yekşemê 24ê Cotmeha 2023an, 11 sal li ser revandina serkirdeyê Kurd xebatkar Behzad Dorsin, endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya derbas dibin.
Roja Çarşemê 24ê Cotmeha 2012an, ji beriya 11 salan, dema ku serkirdeyê Kurd Behzad Dorsin Hesam, endamê Polîtbîroya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya li gel ciwanê kurd Nîdal Selîm bi niyaz bû berê xwe bidin Herêma Kurdistanê, ew jî bi armanca bi rêvebirina karekî Partî, li ser xalekê di navbera gundê Şekirxaçê û Mele Merzê yê Dêrika Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê çekdarên PYDê ve hatin revandin, û ta niha çarenivîsa wî ne diya e.
Serkirdeyê kurd Behzad Dorsin Hesam sala 1980î tevlî refên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya bûye.
Behzad Dorsin Hesam berpirsê Encûmena Xwecihî ya Encûmena Niştmanî ya Kurdî li Dêrkê bû.
Ji bilî herdu navên hatine ziman, hijmarek ji xebatkar, siyasetmedar, û çalakvanan di zîndanên PYDê ne, ta niha tu ahagî û zanyarî li ser wan tune ne.