Rêxistina Giwêlan ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya semînarek rêxistinî û siyasî lidar xist
PDK-S: Rêxistina Giwêlan ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê roja Sêşemê 31.10.2023و li hola Rewşen Bedirexan a rewşenbîrî û civakî ya li Kampa Giwêlan, semînarek rêxistinî û siyasî lidar xist.
Semînar ji aliyê Hacî Kalo endamê Mekteba Siyasî û Hiyam Mihemed Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya ve hate pêşkêşkirin.
Kalo nakokiyên navneteweyî yên ji serdema Osmanî û Sefewiyan ve, bi peymana Saykis Bîko, ku Kurdistan kir çar parçe, nirxand, û got ku yek ji sedemên sereke ye ku gelê Kurd mafên xwe yên rewa bi dest nexistiye.
Endamê Mekteba Siyasî ya PDK-Sê Hacî Kalo, behsa rola partiyê di Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û Eniya Azadî û Aştiyê de kir, û tekezî li ser çanda hezkirin, lêborîn û pêkvejiyana aştiyane di navbera gelan de kir.
Di dawiyê de semînar bi pirsên beşdaran dewlemend bû.