13 sal li ser koçbarkirina xebatkar Deham Mîro re derbas dibe

13 sal li ser koçbarkirina xebatkar Deham Mîro re derbas dibe

PDK-S: Roja Pêncşemê 02.11.2023, 13emîn salvegera koça dawî ya Sekreterê berê yê Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya Hecî Deham Mîro derbas dibe.

kurteyek li ser jiyana wî:

Hac Deham Mîro di sala 1921ê de li gundê Sêgirka Mîro yê bi ser bajarê Dêrikê ve ji dayîk bûye, di sala 1970 de di kongirê Nawberdan de serokatiya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (AlPartî) kir, ku her du Partî di wî kongirî de, ku navê wê Kongirê Tewhîdî bû, di bin çavdêriya Barzanîyê nemir de bûn yek.

Di sala 1972an de di yekemîn Kongirê partiyê de li devera Bamerniyê li Herêma Kurdistanê wek sekreterê partiyê hat hilbijartin, û di sala 1973an de ji aliyê desthilatdarên Sûriyê ve hat zîndanîkirin û 6 sal û 8 meh di zindanê de ma, Ev yek hat piştî daxuyaniya El-Partî ya li dijî projeya (Kembera Nejadperest a Erebî) û di encama helwestên wî yên niştîmanperwerî li dijî siyaseta rêjîmê.

Hac Deham Mîro yek ji têkoşerên qehreman ên tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê û dostê nêzîk yê Barzaniyê nemir bû û di şoreşa Eylûlê de beşdar bû, herwiha wek çavdêr beşdarî çend Kongirên Partiya Demokrata Kurdistanê bû.

Hac Deham Mîro sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (AlPartî) piştî nîvro roja sêşemê 02.11.2010ê di temenê 90 saliyê de koça dawî kir.

Termê wî di demjimêr 10 sibeha roja Çarşemê 03.11.2010ê ji bajarê Dêrikê ber bi cihê jidayikbûna wî li gundê Mozlan a ser bi bajarê Dêrikê ve birin, û li wir bi xakê hat spartin.