Bi serpereştiya Serok Barzanî... 9 sal in Hêzên Pêşmerge ber bi bajarê Kobanê ve çûn

Bi serpereştiya Serok Barzanî... 9  sal in Hêzên Pêşmerge ber bi bajarê Kobanê ve çûn

PDK-S: Beriya 9 salan, di 28ê Cotmeha 2014an de, bi fermana Serok Mesûd Barzanî, Hêzên Pêşmerge ji bo têkbirina rêxistina terorîst a DAIŞê ber bi bajarê Kobanê yê Kurdistana Sûriyê ve çûn.

Serok Mesûd Barzanî karî piştî pesendkirina piraniya endamên parlamentoya Herêma Kurdistanê, hêzên Pêşmerge ji bo piştgiriya bajarê Kobanê, ku wê demê tûşî terora DAIŞê bû, bişîn e.

Hêza leşkerî ya Pêşmerge ji Herêma Kurdistanê derbasî Kurdistana Tirkiyê bû, bi bilindkirina Ala Kurdistanê, di 31/10/2014an de gihişt bajarê Kobanê .

Xelkê Kobanê û Kurdê Bakur Kurdistanê bi gulan pêşwaziya Pêşmerge kirin, û kêfxweşiya xwe li hember hatina Hêzên Pêşmerge bo nav Kobanê nîşan dan.

Ew bû rojeke dîrokî ji bo Kurd û Kurdistanê, ji ber ku hêzên Pêşmerge , karîn beşdariyê di têkbirina DAIŞê de bikin, piştî ku ew bajar dagîr kirin û wêranî pêk anîn.

Di 13ê Îlona 2014an de bajarê Kobanê û gundên wê rastî êrîşa rêxistina terorîst a DAIŞê hatin, û bi sed hezaran kurd koçber bûn.