80 roj li ser girtina endamê Encûmena Herêmî ya PDK-Sê Cinêd Seyid Mecîd derbas dibe

80 roj li ser girtina endamê Encûmena Herêmî ya PDK-Sê Cinêd Seyid Mecîd derbas dibe

80 roj in Cinêd Seyid Mecîd endamê Encûmena Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya ji aliyê çekdarên PYDê ve li Girkê Legê girtî ye ta niha tu agahî li ser çarenivîsa wî derneketine.

Mecîd ji 15ê Tebaxê ve li gel Berzan Hisên rojnamevan di Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûryia de hatiye girtin, di 30yê Îlûnê de Berzan hat berdan lê Cinêd ta niha girtî ye.

Mihemed Ismaîl sekreterê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya di çarçoveya hevdîtina taybet de ku ARKê beriya çend rojan encam dabû, da zanîn: Doseya Cinêd gihandine aliyê Emerîkî, Fransî û navdewletî, da ku kar û fişarê li PYDê bikin.

Sekretêrê Partî banga serbestberdanê kir û anî ziman: Hevdemê çalakvan û rojnamevan têne girtin kesên serxweş û bazirganên madeyên hişbir li kolanan de bi rihetî û azadî karûbarên xwe dikin, û astengiyan ji xelkê re dirust dikin.

Di vê derbarê de rêxistina Dengê Girtiyan, li ser rûpela xwe li ser torên civakî duyemîn car e, daxuyaniya taybet bi navbûrî belav kiribû, tê de ji PYDê xwest ku di zûtirîn dem de çarenivîsa wî diyar bike û serbest berde.

Tevî bangên berdewam ji Encûmna Niştîmanî ya Kurdî, çalakvan û rêxistinan ve bo bidawîanîna van kiryar û binpêkirian, PYDê li ser pilana xwe rijd e, û her dem û demekê endam, û alîgirên ENKSê û partiyên di nav de dike armanc û bin çav dike, ENKSê jî tekez dike ku ev kiryar berê şêniyên kurd dide koçberiyê.