PDK-Sê 27mîn salvegera şehîdbûna serkirde Kemal Ehmed Derwîş û Şêxmûs Yûsif vejand

PDK-Sê 27mîn salvegera şehîdbûna serkirde Kemal Ehmed Derwîş û Şêxmûs Yûsif vejand

PDK-S: Îro Înê 03. 11. 2023, Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya 27mîn salvegera şehîdbûna serkirdeyên Kurd, Sekreterê Giştî yê berê yê Partiyê Kemal Ehmed Derwîş û Şêxmûs Yûsif endamê polîtbîroya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, li goristana Qidûrbek a bajarê Qamişlo vejand.

Di merasîma bîranînê de, sekreterê Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya Mihemed Ismaîl û serkirdayetiya partiyê û endamên wê amade bûn.

Mihemed Ismaîl Sekreterê Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya axaftinek kir, û tê de behsa şehîd Kemal Ehmed Derwîş û Şêxmûs Yûsif kir.

Ismaîl tekez kir, ku her du şehîdan canê xwe kirin qurbanî ji bo parastina mafên rewa yên netewî li Kurdistana Sûriyê.

Îsmaîl amaje bi wê yekê jî kir ku, kesayetiya Kemal Ehmed bi dirustî, zelalî û şopandina rêya Kurdayetiyê, rêya Barzanîyê nemir bû, û ev dê bibe destpêkek ji bo berdewamiya xebata siyasî heta, ku gelê Kurd mafên xwe li Kurdistana Sûriyê bi dest bixe.

Her du şehîd Kemal Ehmed Derwîş û Şêxmûs Yûsif di 3ê Mijdara 1996an de li ser rêya Hesekê-Qamişlo di encama bûyereke trafîkê de şehîd bûn, piştî, ku ji erkekî fermî ji Hesekê vegeriyan der barê serjimêriya sala 1961an de li dijî gelê Kurd, û bêparkirina beşekî mezin ji wan ji welatîbûnê.