Şandek ji Rêxistina Domîz û Duhok a PDK-Sê beşdarî di merasîmên bixakspartina pêşmerge Eymen Çolê de kir

Şandek ji Rêxistina Domîz û Duhok a PDK-Sê beşdarî di merasîmên bixakspartina pêşmerge Eymen Çolê de kir

PDK-S: Şandek ji rêxistina Domîz û Duhok a Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya, Dezgeha Şehîdên Kurdistana Sûriyê, hejmarek ji endamên encûmenên herêmî, kadroyên PDK-Sê û efserên pilebilind û pêşmerge beşdarî di merasîmên bixakspartina pêşmerge Eymen Hacî Mihemed Çolê li goristana Şaxkê ya Duhokê kir.

Şanda partiyê bi serokatiya endamê Mekteba Siyasî Hacî Kalo û endamê Komîteya Navendî Mihemed Elî Ibrahîm bû.

Hacî Kalo endamê mekteba siyasî ya PDK-Sê, bi navê serkirdayetiya partiyê serxweşî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbata pêşmerge Eymen Hacî Mihemed Çolê û serkirdayetiya Laşkrê Roj kir.

Serokê Komîteya Şehîdan û Birîndaran di Hêzên Leşkerê Roj de Eqîd Selah Ebdulxefar bi navê Serkirdayetiya Leşkerê Roj sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbata Eymen Hacî kir.

Pêşmerge Eymen Hacî Mihemed Çolê, roja 04.11.2023ê li Herêma Kurdistanê di dema pêkanîna erkê xwe de, bi Şorteke elektirîkê şehîd ket.