Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê civiya

Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê civiya

PDK-S: Li Hewlêrê nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê civiya û li ser pêwîstiya serkeftina danûstandinên kurdî tekez kir.

Rja Çarşemê 09. 12. 2020, nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê li Hewlêrê civîneke normal lidarxist têde Ebdulkerîm Mîranî berpirsê nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê li ser rewşa siyasî ya giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybet axfî.

Herweha danûstandinên ENKSê û Partiyên Yekîtiya Niştmanî Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hatine gengeşekirin, û li ser pêwîstiya serkeftina danûstandinên Kurdî Kurdî û bidestxistina derencamên li gor daxwaza gelê kurd di vê dema hestiyar de hate tekezkirin.

Herweha di civînê de rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê li kampên Herêma Kurdistanê û çawaniya kar ji bo sivkirina azarên wan hate gotûbêjkirin.