10 sal in parêzer Idrîs Elo revandî ye

10 sal in parêzer Idrîs Elo revandî ye

PDK-S: Parêzer Idrîs Elo çalakvanê siyasî û endamê Komîta Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya ev e 10 sal in û ji aliyê PYDê ve revandî ye heta weke roja îro tu danpêdan ji PYDê derbarê girtina navbûrî de derneketiye.

Idrîs Elo sala 1968an ji dayîk bûye ji gundê Dîkê yê navçeya Raco ye li navenda bajarê Efrînê li taxa Eşrefiyê dijiya û wek parêzer kar dikir, ji destpêka kirîza Sûriyê tevlî liv û tevgera dijî rêjîmê bû, lewma bû armanca PYDê, û di 8ê Mijdara 2013an girûpek çekdar ser bi PYDê ve êrîş bir ser mala wî û Idrîs Elo binçav kir û ji bo cihekî nediyar bir û ta niha ne diyar e di jiyanê de ye, yan ji bo rêjîmê hatiye radestkirin.

Gelek hewil ji aliyê malbata wê ve hatin dan da ku çarenivîsa wî diyar bikin lê hewlên wan bê encam bûn û berpirsên PYDê di wan deman de danpêdan bi wê yekê nekir û digotin ku tu kes bi navê Idrîs Elo li cem wan tune ye.

Di dehan ji serkirdeyên kurd û endam û alîgirên PDK-S û Encûmena Niştîmanî ya Kurd LI Sûriyê bê sûc û guneh di zindanên PYDê de girtîn e û berûvajî wê yekê navbera her dem û demekê PYDê girtiyên DAÎŞê serbest berdidin, û li ser girtina welatparêzan û şoreşgeran hîn rijd e, û berdewam e.