Pêşmergeyekî şoreşên Îlûn û Gulanê koça dawî kir

Pêşmergeyekî şoreşên Îlûn û Gulanê koça dawî kir

PDK-S: Li kampa Domîz ya penaberên Rojavayê Kurdistanê, yek ji pêşmergeyên her du şoreşên Îlûn û Gulanê îro 18ê Mijdara 2023yan koça dawiyê kir.

Îro 18. 11. 2023, li nexweşxaneya Azadî li Duhokê, di 75 saliya xwe de çû ber dilovaniya Xwedê, û dê li bajarokê Çil Axa yê bi ser Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve, were spartin.

Kurtejiyan
Xebatkar, sala 1948an de, li gundê Siman yê Rebîa li Herêma Kurdistanê j dayîk bûye.

Sala 1963yan tevlî refên Partiya Demoqrata Kurdistanê bû.

Di ciwaniya xwe de bû pêşmerge û di her du şoreşên Îlûn û Gulanê beşdar kir.

Penaberî Îran û Turkiyê bû, ta 1984 berpirsê rêxistina Partî li Şirnexê bû.

Piştî biryara bidarvekirinê ji aliyê desthelatdariya rêjîma Iraqî, di dermafê wî de derket, neçar bû berê xwe bide Rojavayê Kurdistanê.