Çil Axa... Serkirdayetiya PDK-Sê beşdarî di merasîmên bixakspartina pêşmerge Ismaîl Zirarî de kir

Çil Axa... Serkirdayetiya PDK-Sê beşdarî di merasîmên bixakspartina pêşmerge Ismaîl Zirarî de kir

PDK-S: Roja, Şemiyê 18.11.2023, şandeke Serkirdayetiya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, beşdarî di merasîmên bixakspartina pêşmerge Ismaîl Hacî Xelîl Zirarî, yek ji pêşmergeyên şoreşa Îlon û Gulanê bû.

Di merasîma bixakspartinê de, Serkirdayetiya PDK-Sê, Hisên Silêman û Salih Cemîl, endamên komîteya navendî ya PDK-Sê, endamên encûmena herêmî, kadroyên partiyê û encûmena xwecehî ya şehîd Nesredîn Birhik amade bûn.

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Hisên Silêman di merasîma bixakspartinê de gotarek pêşkêş kir, û têde behsa Hacî Xelîl Zerarî

Di dawiya merasîmê de Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya Hesen Remzî bi navê malbatê spasiya hemû kesên beşdarî merasîma bixakspartinê kir.

Pêşmerge Ismaîl Zirarî roja Şemiyê 18.11.2023ê li kampa Domîz a penaberên Kurd li Herêma Kurdistanê koça dawî kir, û termê wî bo bajarokê Çil Axa hat veguhestin û li wir hat veşartin.