Hewlêr… PDK-Sê pêşwaziya berpirsê leqa 6 ya PDKê li Ewropa Enwer Mesifî kir

Hewlêr… PDK-Sê pêşwaziya berpirsê leqa 6 ya PDKê li Ewropa Enwer Mesifî kir

PDK-S: Îro Duşem 27.11.2023, Nivîsgeha Pêwendiyên Niştimanî ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê , pêşwaziya berpirsê leqa 6ê ya Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê li Ewropa Enwer Mesifî û şanda pê re kir.

Şanda mêhvan ya Partiya Demokrata Kurdistanê ji aliyê Seîd Omer endamê mekteba siyasî û berpirsê ofîsa peywendiyên niştimanî ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya, Mihemed Şêrîn endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê û Murad Seîd û Idrîs Îsa ve hat pêşwazîkirin, li Ofîsa PDK-Sê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Di daxuyaniya Ofîsa Pêwendiyên Niştimanî ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê de hatiye, ku di civînê de çendîn mijarên hevbeş hatin gotûbêjkirin, bi armanca xizmetkirina doza kurdî û bihêzkirina peywendiyên di navbera her du rêxistinên partiyan li Ewropayê.

Di serdana xwe ya vê dawiyê ya Almanyayê de, roja 1ê Cotmeha 2023, Sekreterê Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya Mihemed Ismaîl, li gel berpirsê leqa 6ê ya Partiya Demokrata Kurdistanê Enwer Mesifî hevdîtinek pêkanî.

Di hevdîtinê de her du aliyan rewşa civaka Kurd li Ewropa bi giştî û li Almaniya bi taybetî ji bilî nirxandina rewşa Sûriyê bi giştî û Kurdistana Sûriyê bi taybetî gotûbêj kirin.