Siwêda.. Dubare banga li darxistina xwenîşandanekê li dijî rêjîma Sûrî hate kirin

Siwêda.. Dubare banga li darxistina xwenîşandanekê li dijî rêjîma Sûrî hate kirin

PDK-S: Hevdemê berdewamiya xwenîşandan û nerazîbûna li dijî rêjîma Sûrî li deverên di bin kontrola rêjîma de, çalakvanên parêzgeha Siwêdayê dubare banga lidarxistina xwenîşandanekê li dijî rêjîmê belav kirin.

Çalakvanan li ser torên civakî dane xuyakirin, ku roja Yekşemê 25. 12. 2022, xwenîşandanek li qada Elkerame demjimêr 12 ta 1ê nîvro ji bo jiyaneke birûmet, wê were lidarxistin, û bang li xelkê bajêr kirin ku beşdariyê têde bikin.