Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya serdana ofîsa Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê kir

Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya serdana ofîsa Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê kir

PDK-S: Îro Yekşemê 24.12.2023, şandeke Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê bi serokatiya Mihemed Ismaîl sekreterê partiyê û endamê Komîteya Navendî Nafeh Ebdule serdana ofîsa Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li bajarê Qamişlo kir.

Şandek Ji aliyê cîgirê Serokê Yekitiyê Ebdulsemed Mehmûd, Ezedîn Mela û Feysel Qadrî endamên desteya rêveberiyê û hejmarek ji endamên Yekîtiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de herdu aliyan behsa gotûbêjên çandî û wêjeyî û çaweniya pêşxistina tevgera çandî û wêjeyî li Kurdistana Sûriyê kirin.

Mihemed Ismaîl, sekreterê Partiya Demuqata Kurdistan - Sûriya tekezî li ser piştevaniya partiyê û Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji bo yekîtiyê kir.

Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokê Yekîtiyê Ebdulsemed Mehmûd spasiya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya û Encûmena Niştimanî ya Kurdî kir , ji bo piştgiriya wan ji Yekîtî û tevgera çandî û wêjeyî re.