Domîz… Serkirdayetiya PDK-Sê beşdarî di behêdariya nivîskar Mûsa Zaxûranî de kir

Domîz… Serkirdayetiya PDK-Sê beşdarî di behêdariya nivîskar Mûsa Zaxûranî de kir

PDK-S: Îro Duşemê 25.12.2023, şandeke Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, beşdarî di behêdariya nivîskar û helbestvan Mûsa Zaxûranî de li Domîzê kir.

Şanda PDK-Sê bi serokatiya Hacî Kalo endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, Heyam Ebdulrehman Mihemed endama komîteya navendî ya partiyê û hejmarek ji endamên encûmenên herêmê û kadroyên partiyê, nûnerên partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, şandeke Yekîtiya Nivîskarên Kurd, şaxê Dihokê, bi serokatiya Hesen Silêfanî.

Mûsa Zaxûranî di sala 1955an de li gundê El-Letîfiyê yê bajarê Qamişlo ji dayîkbûye û ji malbateke welatparêz û bawermend bi rêbaza Barzaniyê nemir bû, roja 19.12.2023 li yek ji nexweşxaneyên Hewlerê koça dawî kir.