Şandeke Encûmena Bilind a Penaberan li gel Rêveberê nişînbûna penaberên Sûrî li Hewlêrê civiya

Şandeke Encûmena Bilind a Penaberan li gel Rêveberê nişînbûna penaberên Sûrî li Hewlêrê civiya

PDK-S: Îro Pêncşemê 25ê Çileya 2024an, şandeke Encûmena Bilind a Karûbarên Penaberan li kampên Herêma Kurdistanê bi serokatiya berpirsê Encûmenê û endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê Serhan Hesen, serdana dezgeha nişînbûna penaberên sûrî li bajarê Hewlerê kir.

Şande ji aliyê birêveberê neştecîbûnê penaberên Elmuqedem Hiwa Berzencî û birêvebirê Asayîşa Penaberan Elmuqedem Siyamend ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de, şanda Encûmena Bilind a Karûbarên Penaberan pêşniyarên xwe pêşkêş kirin ji bo hêsankirina proseya dana destûra rûniştinê ji bo penaberên ku di kampan de dimînin, piştî biryara veguhestina destûra rûniştinê ya penaberên Sûriyê yên ji kampên Herêma Kurdistanê bo navenda niştecihbûna giştî li Behrikê ya bi ser Hawlêrê ve.

Ji aliyê xwe ve Muqedem Hîwa Berzencî û muqedem Siyamend tekez kirin ku ewê kar bikin ji bo dabînkirina hemû asankariyan.

Di dawiyê de şanda Desteya Bilind a Penaberan spasiya berpirsên niştecihbûnê kir, ji bo hevkarîkirin, têgihiştina rewşa penaberan û pêşkêşkirina hêsankariyên ji bo penaberan.