Serkirdayetiya Rêxistina Duhokê ya PDK-Sê li gel Koma Roj a Huner û Folklora Kurdî civiya
PDK-S: Roja Înê 26.01.2024, şandeke serkirdayetiya rêxistina Duhokê ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê bi serokatiya Mihemed Elî Ibrahîm endamê Komîteya Navendî û berpirsê Rêxistina Duhokê ya PDK-Sê û bi amadebûna hejmarek ji endamên encûmenên herêmî û şaxî, bi endamên koma Roj a huner û folklora kurdî li kampa Faydê civiya.
Di civînê de Mihemed Elî Ibrahîm endamê Komîteya Navendî û berpirsê Rêxistina Duhokê ya PDK-Sê gotarek pêşkêş kir, û tê de spasiya endamên komê, rahêner, berpirs û hemû beşdaran kir ji bo serkeftina wê .
Di dawiyê de endamên komê tabloyên hunerî yên hêja pêşkêş kirin.