Parîs.. Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li gel balyoza Ferensa li Sûriyê civiya

Parîs.. Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li gel balyoza Ferensa li Sûriyê civiya

PDK-S: Şandeke Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, îro Duşemê 19ê Sibata 2024, bi amadebûna Balyoza Ferensa li Sûriyê Birîcît Kurmî li paytexta Ferensa Parîsê li gel Wezareta Derve ya Ferensa civiya.

Şande bi serokatiya Kamîran Haco serokê ofîsa Pêwendiyên Derve ya ENKSê, û endamên ofîsê Mizgîn Yûsif û Rêzan Şêxmûs pêk dihat.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Pêwendiyên Derve ya ENKSê, di hevdîtinê de, li ser gelek mijaran axvîn.

Di civînê de "hejmarek mijarên girêdayî rewşa Sûriyê û rêyên gihiştina çareseriyên siyasî yên berdewam li gorî kêşeyên navçeyî û navdewletî hatin gotûbêjkirin".

Herwiha amadebûyan "rewşa navçeyên Kurdî bi taybet li gorî pêşhatên siyasî û ewlehî yên niha" gotûbêj kirin.