Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê beşdarî di behêdariya xwîşka Serok Barzanî de kir

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê beşdarî di behêdariya xwîşka Serok Barzanî de kir

PDK-S: Îro Yekşemê 24.02.2024, şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, bi boneya koça dawî ya xwîşka Serok Mesûd Barzanî Zekîya Mele Mistefa , hevxemiya xwe pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî kir.

Şanda ENKSê ji Cîgirê Serokê Encûmenê Silêman Oso, berdevkê ragihandinê yê Encûmenê Fêsel Yûsif, Berpirsê Ofîsa Têkiliyên Derve ya Encûmenê Kamîran Haco, Endamê Ofîsa Têkiliyên Derve yê Encûmenê Ibrahîm Biro û Ferhan Merî pêk dihat.

Şîn ji aliyê Serok Barzanî û Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin.

Roja Înê 23.02.2024 danê sibê xwîşka Serok Mesûd Barzanî Zekiye Mele Mistefa Barzanî çû ber dilovaniya xwedê .