Amerîka daxwazê ji Israîl û Hizbulah dike pabendî biryarên navdewletî bibin

  Amerîka daxwazê ji Israîl û Hizbulah dike pabendî biryarên navdewletî bibin

PDK-S
Peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîka Matthew Miller ragihand, ew naxwazin rewşa Libnanê bibe hevşêweyê rewşa Xeze, û ew vê yekê qebûl nakin.

Matthew Miller daxwaz ji herdu aliyên şerker kir pabendî biryara navdewletî 1701 bibin ya girêdayî aloziyên di navbera Israîl û Libnanê de.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Hikûmeta Libnanê Necîb Mîqatî ragihand, ji bo rawestandina êrîşên Israîlê pêwendiyên dîplomasî zêde kirine, û ew amade ne biryara navdewletî 1701 cîbicî bikin bi mercê pabendkirina Israîlê bi hemû bendên wê.