32 sal bi ser şehîdbûna Pêşmerge Elî Omer Xelîl re derbas dibin
PDK-S
Îro, 32 sal bi ser şehîdbûna Pêşmerge û xebatkar Elî Omer Xelîl re derbas dibin, ku di 11'ê Cotmeha sala 1992'an de li ser destê PKK şehîd bibû.
Xebat û jiyana Elî Omer Xelîl:
Şehîd Elî Omer Xelîl li gundê Rîhanîkê yê bi ser bajarê Dêrikê li Kurdistana Sûriyê, di 1'ê Çileya 1972'an de jidayîk bûye, xebateke mezin di ber doza Kurd de kiriye, ku tevlî serhildana Kurdan ya di sala 1991'ê de li Başûrê Kurdistanê bû, mil bi mil bi Pêşmergeyên qehreman re berevanî di ber xaka Kurdistanê de dikir.
Elî Omer Xelîl di 11'ê Cotmeha 1992'an di encama êrîşeke PKK'ê de şehîd ket, û li navçeya Sêmêlê ya bi ser bajarê Duhokê bi beşdariya cemawerekî berfireh bi xakê hate spartin.
Se'îd Omer birayê wî yê biçûk e, ku ew jî tevlî rêzên Pêşmerge bû, niha endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya û Berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Niştîmanî ya PDK-S'ê ye.