Îraqê 175 malbatên xwe ji kampa Holê vegerand
PDK-S
Hikûmeta Îraqê 175 malbatên xwe ku li kampa Holê bûn vegerand Îraqê û hejmara wan derdora 750 kesan e.
Ji destpêka vê salê û heta niha, ev çaremîn car e, Hikûmeta Îraqê welatiyên xwe ji kampa Holê vedgerîne ser xaka xwe, û piraniya wan li kampên Mûsilê bicih dike.
Berî niha, Birîkarê Wezareta Koç û Koçberan ya Îraqê Kerîm Nûrî ji ajansa fermî ya Îraqê re ragihandibû, derdora 54 hezar kes li kampa Holê dimînin, ku 20 hezar kes ji wan welatiyên Îraqê ne, û Hikûmeta welatê wî heta niha derdora 4000 Îraqî vegerandiye.