Efrîn.. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xizmetguzariyên pizişkî pêşkêş dike
Tîma pizişkî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li du gundên Nahiya Şera ya Efrînê xizmetguzariyên pizişkî pêşkêşî bi dehan nexweşan kir.
Nivîsîngeha Efrînê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand, rojên 7-8ê vê mehê tîma wan ya pizişkî sardana herdu gundên (Omer Simo û Ereb Wêran) yên ser bi Nahiya Şera ve kirin, û xizmetguzariyên pêwîst yên pizişkî pêşkêşî xelkê kirin.
Li gor daxuyaniya Nivîsîngeha Efrînê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, tîma wan xizmetguzarî pêşkêşî 92 kesan li herdu gundan kirin.
Ji 20ê Çileya Paşîn ya Îsal, Tîma pizişkî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xizmetguzariyan bê beramber pêşkêşî nexweşan li nahiye û gundên Efrînê dike.