Di 62emîn salvegera xwe de PDK-Sê xula 4an a tevlîbȗyên nȗ li kampa Domîz derxist
PDK-S: Bi helkefta bîranîna 62mîn salvegera sazkirina Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-S xuleya çaran ya tevlîbûyên nû yên endamên PDK-S, ku ji 23 endaman ji xort û keçan pêkdihat roja Şemiyê li hola şehîd Nesredîn Birhik li ofîsa partî li kampa Domîz derçû.
Bi wê helkeftê Mihmed Emîn Ebas endamê komîteya navendî û berpirsê rêxistina Domîz ya PDK-Sê di gotarekê de bixêrhatina wan endaman dinav refên PDK-Sê de kir, û hêviya serkeftinê di kar û xebata wan de xwest .
Di dawiyê de komîteya serpiriştiya xulê dikir endamên PDK-Sê yên nû bi logoyê PDK-Sê û Aleya Kurdistanê xelat kirin, ew xule 15 rojan bi serpiriştiya komîta amadekirinê ya partî birêve çû bû.