Emerîka Sîstemê Patiryot li kendava Erebî bihêz dike

Emerîka Sîstemê Patiryot li kendava Erebî bihêz dike

PDK-S: Emerîka biryar daye, ku qelxana mûşekên patiryot li kendava Erebî bihtir bike , ewjî da ku rûbirwê Îranê bibe .

Wezareta berevaniya Emerîka ragehand, ku piştî ku zaniyarî gehiştine Emerîka, ku Îranê wê li Sûriyê û Îraqê êrîşî hêzên Emerîkî bike , Patrîk Şanahan wezîrê berevaniya Emerîka bi wekalet biryar daye, ku sîstemê mûşekên patiryot li kendava Erebî bihtir bikin .

Ceym Maloyî fermandarê keştiya pêncmî ya hêzên deryayî yên Emerîka got, ku eger pêwîstî hebe ewê keşta USS lînkolin ya cengî bişînin kendava Erebî .