Emerîka 2 Keştiyên Cengî yên din şandine Kendava Erebî
PDK-S: Şandina hêzên leşkerî yên Emerîka bo kendava Erebî berdewame , û herî dawîjî du keştiyên cengî yên Emerîka gehiştine kendava Erebî .
Ajansa RT ya Rûsiya belavkir, ku herdu keştiyên bi navên USS gonzalz , USS Mcaul li nêzîkî kenarên Uman bi bê hebûna kêşeyan Medîq Hurmuz derbaskirin û hatine bi cihkirin .
Ji dema ku Emerîka zaniyarî bi dest gehiştine ku Îran li Sûriya û Îraqê wê êrîşî hêzên Emerîkî bike , Emerîka siyaseteke tûnd li dijî Îranê girtiye ber , û eve bûye çend rojeke û rojane Emerîka keşteyên cengî dişîne kendava Erebî.