Rûsiya û Lubnan doseya vegera penaberên Sûriyê gotûbêj kirin

Rûsiya û Lubnan doseya vegera penaberên Sûriyê gotûbêj kirin

PDK-S: Wezareta berevaniya Rûsiya ragehand, ku cîgirê wezîrê berevaniya Rûsiya û nûnerê taybetê serok wezîrên Lubnan doseya vegera penaberên Sûriyê ji bo welatê xwe gengeşekirin.

Di daxuyaniyekê de wezareta berevaniya Rûsiya eşkere kir, ku Elksender Fomîn cîgirê wezîrê berevaniya Rûsiya û Corc Ş'ban nûnerê taybetê serok wezîrên Lubnanê civînek encam dan , di civînê de herdu aliyan mijarên girêdayî bi vegera penaberên Sûrî bo ser mal û milkên xwe û hin babetên din yên girêdayî bi herdu welatan gengeşekirin .