Konferansa Brûkselê ji bo piştgiriya Sûriyê tê lidarxistin

Konferansa Brûkselê ji bo piştgiriya Sûriyê tê lidarxistin

8emîn Konferansa Brûkselê ya ji bo Piştevaniya Sûriyê li ser asta wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropa û welatên derdora Sûriyê, nûnerên Netewên Yekgirtî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Sûrî, herêmî û navdewletî tê lidarxistin.

Di daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê de hate diyarkirin, armanca konferansê zêdekirina piştgiriya aborî ji gelê Sûriyê û welatên ku penaberên Sûrî lê dimînin re ye.

Herwiha tekezî li ser piştevaniya civaka navdewletî ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê li gor biryara (2254) ye.

Di 30ê Nîsana borî de “Roja Diyalogê” ku yek ji rêyên “Brûksel 8” e, li paytexta Belçîkayê bi beşdariya rêxistinên mirovî yên Sûrî û navdewletî hatibû lidarxistin.

Daxuyaniyê tekez kir, Yekîtiya Ewropî û welatên endamên wê “mezintirîn aliyên bexşêner ên alîkariyên mirovî ne.”

Herwiha daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê diyar kir, “wan bêtirî 33 milyar euro ji bo bersivdana krîza Sûriyê pêşkêş kirine.”

Konferansa Brûkselê, konferanseke asayî ji bo piştgirîkirina paşeroja Sûriyê û herêmê ye û cara yekem di Nîsana 2017an de hatibû lidarxistin.

Kesên beşdarî konferansa berê bûne soza dabînkirina 5.6 milyar euro ji bo sala 2023 û şûnda dabû, di nav de zêdetirî 3.8 milyar euro ji aliyê Yekîtiya Ewropî ve hatibû terxankirin, ji bo Sûriyên li hindir û welatên derdora Sûriyê yên ku mêvandariya penaberên Sûrî dikin.