Silêman Oso weke serokê ENKSê hat hilbijartin

Silêman Oso weke serokê ENKSê hat hilbijartin

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso, sekreterê Partiya Yekîtî Kurdistanî - Sûriya, wekû serokê encûmenê hilbijart.

Duh Desteya Serokatiya ENKSê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civiya, hejmarek mijarên li ser lîsteya kar gotûbêji kirin û serokekî nû ji encûmenê re hilbijart.

ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, "Desteya Serokatiyê bidawîkirina gera niha ya serokê encûmenê gengeşe kir û li ser destnîşankirina endezyar Silêman Oso hate lihevkirin".