Di heyama mehekê de bihtirî 1000 penaberên Sûrî vegeryane welatê xwe

Di heyama mehekê de bihtirî 1000 penaberên Sûrî vegeryane welatê xwe

PDK-S: Rêveberiya dergehê Bab Eslame li bajarê Helebê li ser sînorê navbera Sûriyê û Tirkiyê de ragehand , ku bêhtirî 1000 penaberên Sûrî bitemamî vegeriyane welatê xwe .

Her li gorî heman rêveberiyê eşkere kiriye, ku di heyva bûrî de bêhtirî 1163 penaberên Sûrî yên ku li welatê Tirkiyê dimînin bi razîbûna xwe bitemamî vegeriyane ser mal û milkên xwe li Sûriyê.

Heman rêveberiyê da zanîn, ku vegera van penaberan hevdemî derbasbûna bi dehê hezaran ji penaberên sûrî bo nav xaka Sûriyê tê da ku bihinvedana cejna Remezanê di nav kes û karên xwe de li welatê xwe derbas bikin .