H.R.W: Rêjîma Esed çekên qedexekirî li bakurê Sûriyê bikar aniye
PDK-S: Rêxstina Human Rights Watch eşkere kir, ku di dema dawiyê de çekdarên rêjîma Esed û Rûsiya çekên qedexekirî di êrîşên xwe de li dijî sivîlan li bakurê Sûriyê bikaranîne .
Heman rêxistinê diyarkir, ku ji roja 26 meha bûrî û ta niha balafirên şerker yên rêjîmê û Rûsiya bi sedên êrîşan bi taybetî deverên dibin kontrola çekdarên opozisyonê de li bajarê Idilb û Hema û Heleb encam dane, ku di wan êrîşên xwe de çekên qedexekirî û yên hovane bikaranîne, ku di encamê de 200 sivîl di nava wande 20 zarok hebûn jiyana xwe ji dest dan .
Herweha heman rêxistnê daxwaz ji Rûsiya kir, ku fişarê bixe ser rêjîma Esed daku van êrîşên xwe yên hovane di zûtirîn dem de rawestîne.