Fermande Mensûr Barzanî serdana Leşkerê Roj kir

Fermande Mensûr Barzanî serdana Leşkerê Roj kir

PDK-S: bi boneya cejna Remezana pîroz roja Sêşemê 04.06.2019, fermande Mensûr Barzanî, serdana pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê kir.

Fermande Mensûr Barzanî, di heyama serdanekê di nava pêşmergeyên Kurdistanê de bi boneya cejna Remezanê , serdana Leşkerên Roj li navçeya Ên Ewês ya sînorî kir, û cejna pêşmergeyên Roj pîroz kir .

Pêşmergeyên Roj li navçeya Ên Ewês di heyama şerê Heşda Şe'bî û artêşa Îraqê de , dastanek dîrokî tomar kir, û rê neda Heşda Şe'bî xaka Kurdistanê di riya wê xalê re dagîr bike.