Bêdirson : Çareseriyek hesan ji rewşa Idlibê re nine

Bêdirson : Çareseriyek hesan ji rewşa Idlibê re nine

PDK-S: Şandiyê Navdewletî yê taybet ji bo Sûriyê derbarê rewşa Idilbê û gundewarên wê ragehand, ku tu çareseriyek hesan ji rewşa Idilbê re nîne .

Gêr Bêdirson şandiyê Navdewletî yê taybet ji bo Sûriyê eşkere kir, ku li gor raportên dighêje ber destê me, ku şerûpevçûn û êrîş li ser deverên li bakurê Sûriyê berdewame û serbar kir, ku ji ber berdewamiya wan êrîşan rojane qurbanî dikevin serbarî rûdana pêla derbederiyê ji aliyê xelkên deverê ve .

Bêdirson herweha got, ku tu çareseriyek hesan ji rewşa Idilbê re di dema niha de nine, lê rawestandina şer û pevçûanan wê bibe despêkek ji bo çareserkirina rewşa Idilbê û tekezî li ser wê çendê kir, ku rewşa Idilbê bi rêya çareseriya leşkerî ve nayê çareserkirin .