Elsefedî: Penaberên Kampa Elrikban berpirsiyaretiya Sûriyê ye nek Urdinê

Elsefedî: Penaberên Kampa Elrikban berpirsiyaretiya Sûriyê ye nek Urdinê

PDK-S: Wezîrê derve yê Urdinê ragehand, ku dabînkirina pêdawîstiyên jiyanê ji penaberên Sûrî re li kampa Elrikban berpirsiyaretiya welatê Sûriyê ye ne Urdinê.

Roja Yekşemê 03. 06. 2010, li Emanê paytexta Urdinê civînek navbera Eymen Elsefedî wezîrê derve yê Urdinê û Cêmis Cêfrî şandiyûê Emerîkî yê taybet ji bo Sûriyê hate encam dan û têde herdu aliyan dawîn pêşhateyên rewşa Sûriyê bi giştî û pirsa penaberên Sûrî bi taybetî giftûgokirin .

Derbarê rewşa penaberên Sûrî li kampa Elrikban Elsefedî got pêwîste civaka Navdewletî bi erkê xwe derbarê penaberên Sûrî yên ku li kampa Elrikpan dijîn rabe, û got ku çareseriya herî guncaw ji rewşa penaberan re ewe, ku vegerin welatê xwe .