T.H.B dawîn amarên qurbanî û derbederên êrîşên rêjîmê li ser Bakurê Sûriyê diyar dike

T.H.B dawîn amarên qurbanî û derbederên êrîşên rêjîmê li ser Bakurê Sûriyê diyar dike

PDK-S: Tîma hevrêzkarên bersivdanê li Sûriyê dawîn amarên derbeder û qurbaniyên êrîşên rêjîmê Esed û Rûsiya li ser deverên li bakurê Sûriyê eşkere dike .

Tîma hevrêzkarên bersivdanê diyar kir, ku ji despêka pêkanîna operasyona leşkerî ya rêjîmê li ser bakurê Sûriyê û ta niha bêhtirî 859 sivîl canê xwe ji dest dane ku bêhtiriya wan ji bajarê Idilbê ne .

Derbarê pêla derbederiyê ya berdewam ji aliyê xelkê deverê ve heman tîm eşkere kir, ku ta niha 93274 malbat derbederbûne û berev navçeyên aram ve çûne .