Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Serokê Fransa li ser rewşa Sûriyê axivîn
PDK-S: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêncşemê li gel şandeke Fransayê civiya û şanda mêvan silav û rêzê Serokê Fransayê Emmanuel Macron gihande Nêçîrvan Barzanî û cardin pîrozbahiya destbikarkirinê weke Serokê Herêma Kurdistanê lê kir.
Şanda Fransayê ji Nûnerê Taybet ê Serokê Fransayê bo Karûbarên Sûriyê François Sienimo û Konsulê Giştî yê Fransayê yê li Herêma Kurdistanê Dominic Mass pêk hatibû.
Şanda Fransayê tekezî li berdewambûna piştgiriya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û bihêzkirina zêdetir a peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê kir.
Di civînê de ku îro Pêncşema 4ê Tîrmeha 2019an li Hewlêrê birêve çû, Serokê Herêma Kurdistanê spasiya piştgirî û alîkariyên berdewam ên Fransa û Macron ên ji bo Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî di qonaxên dijwar de û tekezî li pêşvebirina zêdetir a peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê di hemû waran de kiriye.
Gotûbêjkirina rewşa Sûriyê, hewldanên navdewletî yên ji bo çareserkirina qeyrana wî welatî, vegerandina seqamgîrî, dabînkirina aştî, geşedanên herî dawî yên navçeyê û pêvajoya siyasî ya li Herêma Kurdistanê aliyekî din ê civînê bûn.