16 Tebax zayîna PDK û Qirkirina Dagîrkera

16 Tebax zayîna PDK û Qirkirina Dagîrkera

16 Tebax zayîna PDK û Qirkirina Dagîrkera

Mahir Hesen

PDK dirûşmeya Yan Kurdistan yan neman bi peyamek bêdawî bilind kir, û prensîbên yekîtî, azadî dan zanîn . Partî ne tenê partiyek e ku li destkeftiyên siyasî û desthilatdariyê digere , ew li ser pêşeroja kurdan bê hedare , û xwedêgirava bingeheke fireh a tolhildanê ye. Ku serdemek e nûye di dîroka Kurdan de , bandora wê ya kûr li welatên Dagîker buye , û birûska serhildan û raperînê li seranserê her car Perçeyên Kurdistan vêxist.

Di Serpêhatiya PDK ya dirêj de, wêneyê wê bi Serokê serhildêr Berzanîyê nemir ve girêdayî ye , û sembola serfîraziyê tê de wateyên şoreş, çelengî , mêrxasî û rûbirûbûna bi hêzê re hat hev kirin.

16 Tebax di ramanê Kurdan de rojek herheyî ye, roja zayîna partiye , bîrdoziya şoreşa me , têkoşîn û berxwedanê, partiya gel e, roja partiya mirovahiyê, a bi berfirehî xwe li perçê kurdistan li dijî hemû rêgiriyên pêxwasê Faris ,Tirk û Ereb hemberî wan rawestiya. Li ser pêşxistina dada , û azadî dixebite û xebitîne him bi vejîna projeyek domdar e bo bi destveanîna Mafên me.

Destpêkirina xebata PDK de bersivek xwezayî ya miletê Kurd li dijî projeya Sykes-Picot bû ya ku Welatê me dabeş kir û dewlemendiya me talan kir . Ew bersiv bi rêyek dirêj û dijwar ji bo tekoşîna destnîşan kir, û bi armancek stratejîk ji bo rûxandina dijminên netewe me, ji lewma Rola dîrokî ya ku Partî di van salên derbasbûyî de lîstiye û bandorek mezin li ser vejandina ramana neteweyî , û parastina nasnameya kurdan û her weha serkeftinên ku ew gihaştiye asta berz û bilinde di warên siyasî, aborî, û civakî de , bi taybetî di warê xebtandina li ser damezrandina dewletek aram û pêşkeftî û beşdarkirina avakirina dewletek dezgehan de ji çêkirina qadên ji bo hêzên siyasî yên di warên cûrbecûr de hevkarîyên xwe bikin

Zayîna PDK hêviyên miletê xwe ji bo xelasiya ji rastiya perçebûn, koledarî û jêrdestkirinê re hilgirt , perwerî ji nû ve zindî kir , û li ser Rêzandina dîrokê bi awayekî rasterast li çarenûsa hebûna me geriye wekî hişmendî bi baweriya kûr de bi şêwaza çêtirîn digire û berdewambûna li azadîxwazî û xebata bê westan dine

Serok û ramyarê kurdistan Mesûd Berzanî di di 16’ê tebaxa 1946’an de , li jêr alaya Kurdistanê û li roja damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê ji dayik bûye , ji lewma dîrok bi tîpên zêrîn hat nivisandin , Serok Berzanî xwediyê geşkirina hevpeymanî li nav hêzên siyasiyên Kurdistanê ye , ne tenê bo PDK e .
PDK û bi serok bûye bengeha kurdistan , kurdaytî . 16 tebax pîroz e , rojbûna Serok pîroz e .