Perlemanê Kurdistanê peyamek derbarê teqînên R.Kurdistanê belavkir

Perlemanê Kurdistanê peyamek derbarê teqînên R.Kurdistanê belavkir

PDK-S: Derbarê zincîra teqînan, ku roja Pêncşemê 11.07.2019, li Rojavayê Kurdistanê hatine encamdan perlemanê Kurdistanê peyameke hevxemiyê belavkir .

Serokatiya perlemanê Kurdistanê di peyama xwede got, mixabin me nûçeya zincîra teqînên bajarên Qamişlo û Efrîn bihîst, ku di encama wê teqînê de jimareyek welatiyên sivîl şehîd û birîndar ketin.

Perlemanê Kurdistanê wêrayê hevxemiyê bi tundî îdaneya wê kiryara teroristî kir, û got ku ev teqîn nîşaneya wê çendê didin, ku pêwîste tevaya aliyan ji bo rûbrûbûna teroristan yek rêz û yek dest bin .

Perlemanê Kurdistanê di peyama hevxemiyê de daxwaz ji fermangehên hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku teva alîkariyan bo qurbaniyên teqînên ku li bajarên Efrîn û Qamişlo hatin encam dan pêşkêş bikin .