Zerîf: Îran wê di hinardekirina petrolê de ji bo Sûriyê berdewam be

Zerîf: Îran wê di hinardekirina petrolê de ji bo Sûriyê berdewam be

PDK-S: Welatê Îranê gef li welatê Birîtaniya xwar, û got ku ewê di şandina petrolê de ji bo Sûriyê bi çê awayekî wê berdewambe .

Wezareta derve ya Îranî di daxuyaniyeke xwe de eşkere kir, ku di dirêya peywendiyeke telîfonî de Mihmed Cewad Zerîf wezîrê derve yê Îranî ji Cîmîrî Hant re wezîrê derve yê Birîtaniya re gotiye, ku welatê wî bi çi awayekî be ewê di şandina petrola xwe de ji bo welatê Sûriyê berdewam be .

Wezaretê herweha daxuyakirin, ku Zerîf daxwaz ji Birîtaniya kir, ku barhilgira Îranê ya petrolê ya ku ji berya heftiyekê ve ji aliyê hêzên deryayî yên Birîtanî ve hatiye desteserkirin di zûtirîn dem de were rizgarkirin .

Ji aliyê xwe ve jî wezîrê derve yê Birîtaniya ragehand, ku eger Îran gerentiya neşandina wê barhilgira petrolê ji bo Sûriyê bide di wê demê de Birîtaniya wê destê xwe li ser barhilgira petrolê rake .