Raporta PDK-Sê ya meha Tîrmehê derket

Raporta PDK-Sê ya meha Tîrmehê derket

PDK-S: Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya raporta xwe ya siyasî ya meha Tîrmeha 2019 belav kir, tê de mijar û babet û pêşhateyên dawiyê li ser asta Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, û hin babetên din ameja pê kiriye .

Raporta siyasî ya PDK-Sê bi herêma Ewleh dest pê kiriye ku dîmena siyasî ya niha cihê balkêşî û şopandinê ji hijmarek doseyên li ser asta rewşa Sûriyê, di serî de herêma ewleh e, kar di rêya dîplomasiya navdewletî û navnetewî li ser tê kirin, bi taybet Turkiyê tevî ku rola sereke ya Hevpeymaniya Navdewletî ye ji ber ku ew herêm ya ku bi Rojhilata Ferêt tê naskirin di bin hejmûna wê de ye, tê wê wateyê damezrandina herêma ewleh bi wê spartiye, û berpirsiyaretiya wê ye, lewma dibe di qonaxa yekem de ew bi karûbaran rebe pişrte Netewên Yekgirtî di Civaka Navdewletî de tê.

Yek ji mijarên ku PDK-Sê aniye ziman mijara Idlibê ye, ku şer û pevçûnên lê wê derê berdewam in, rêjîm bi piştevaniya Rûsiya û Iran dixwaze dûbare destê xwe deyne ser, di demekê de hemû li benda derencamên civîna gera 13 ya Asîtana ne, wek welatên gerentor ji kêmkirina asta şer di wan herêman de, û kar ji damezrandina komîta destûrî tê. Eger heye curek ji lihevhatinê di wê derbarê de hebe da ku çareyek beşbeşî were dîtin, û dibe ku çareya siyasî bi dereng bikeve, ji ber ku rêjîm û hevalbanedên xwe bijardeya leşkerî danîne ber çavên xwe.

Derbarê Turkiyê û gefên wê, di raporta siyasî de hatiye ku Turkiyê rola dualî bi danûstandina bi her yek ji Rûsiya û Hevpeymaniya Navdewletî re dilîze, û kar ji bo damezrandina herêma ewleh dike di rêya şandina hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorê Sûriyê û gefdana bi buhenaya dûrxistina metirsiyê li ser sînorê xwe, û dabînkirina ciheke ewleh ji penaberên erebên Sûriyê yê ku li Turkiyê dimînin da ku wan bi cî bike .

Lê nakokî li ser aliyên dê bi rê ve bibin û kûrahiya wê navbera 5 û 7-14 herwiha 32- 40 kîlomitran hene. Bi giştî têgihiştinek navbera aliyên peywendîdar de heye, û her dilgiranî û nerihetî li cem pêkhateyên herêmê heye ku sînaroya Efrînê û êş û azarên wê li herêmên destîşankiriî yên herêma ewleh de dûbara bibe .

Li ser Iranê PDK-Sê gotiye ku şerê wê bi Emerîka re di rêya germkirina şerê ragihandinî ye, bi wê yekê buhaneyan dirust dike da ku rûbirûbûnek zindî û yan di rêya rêkarên xwe re cê bike. Hikûmeta Iraqê jî gavan davêje ji bo rêgirîkirin ji destêwerdana Iranî, û kar ji bi nêzîkbûnekê bi herêma Kurdistanê re dike û pirgirêkan çareser bike nexasim cîbicîkirina madeya 140 di destûra Iraqê de ya derdarê Kerkûkê de.

Li ser herêma Kurdistanê raporta Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya bal kişandiye ser ku rewş berev lihevhatin û rêkeftinê li ser doseyên sereke, bi taybetî navbera aliyên PDKê û YNKê û Goran dice, ji ber bîr û bawarî ji serkirdeyên herêma heye di xizmeta gelê Kurdistanê û dabînkirina ewlehî û segemgiryê, ji bo hemû pêkhateyan wê, herwiha rola berz ya serok Mesûd Barzanî di danhev û cibicîkirina lihevhatinan navbera aliyên Kurdistanî de tekezî li pêşketina pirojeya netewî ya Kurdistanî ye ku pêşerojek geş li pêş Kurdistanê hêviyan datîne .

Li ser rewşa Efrîna Rojavayê Kurdistanê PDK-Sê behsa binpêkirnan, û rewşa herêmê kiriye ku hîn ji kiryar û binpêkirinên berdwan ji aliyê hin girûpên ku li ser aliyên opozisyonê jimartî xelk jê dinale. Ew girûp bi mejiya islamî cuda bi kîna xwe li hember gelê me navder in, ew kiryar jî bi çi şêweyê û pîvanên mirovî û rewştî be cihê şermezariyê ye .

Lê kar ji aliyê dostan ve ji bo bidawîanîna êş û azara gelê Efrînê û dûbara vegera derbideran, û gerantiya rêvebiriba herêmê ji aliyî şêniyên wê ve, û dabînkirina aramî û segemgîriyê tê kirin .

Di dawiyê raporta xwe de Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya PDK-Sê nîşan bi mijara karên berdewam ji bo cîbicîkirina curek ji curên lihevhatinê navbera ENKSê û PYDê de kiriye ku tu rûniştinek ji bilî ya li Firanseyê nehatiye encamdan û tu hevdîtinên zindî li ser xaka Sûriyê nehatine pêkanîn lê em tekez dikin ku ew gav hatine rawestandin ji ber ku PYDê bersiv li ser mijara girtî û surgunkirî û daxwazkiriyên siyasî û dadwerî nedaye