ENKSê pîrozbahiyek belav kir

ENKSê pîrozbahiyek belav kir

PDK-S: Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bi helkefta hatina çejna qurbanê, pîrozbahiyek belav kir .

Di pîrozbahiya ENKSê de hatiye : Encûmen gerimtirîn pîrozbahî arastey xelkên musilman, û gelê Sûriyê li hundirî welêt, û li derve dike, û bi vê helkefta pîroz, Encûmen gerimtirîn pîrozbahiyan ji cenabê serokê Mes'ûd Barzanî, Herêma Kurdistanê û Hikûmet û gelê wê re, pêşkêş dike.

Herwiha Encûmen ji dil de pîrozbahiya gelê Kurd li Kurdistanê, û Pêşmergeyên qehreman dike, ku ew Pêşmerge şerê terorîstan ji ber cîhanê ve kir .

Di dawiya pîrozbahiyê de, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê hêviya azadî û aştiyê ji welêt re, di bin siya welateke yekgirtî, bi sîstema perlemanî, piralî û demoqratî xwest, herwiha vegera ewleh ji hemû penaber û derbideran re, û serbestberdana hemû girtiyan xwest.