Gêr Pedersen: derbarê dosyaya Sûriyê de ti nêrînên cidî nînin

Gêr Pedersen: derbarê dosyaya Sûriyê de ti nêrînên cidî nînin

PDK-S: Nûnerê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê eşkere kir ku “pirsgirêka Gaza derbasî Sûriyê dibe” û niha ti nêrînên cidî derbarê dosyaya Sûriyê de nînin.

Gêr Pedersen di civîna 21emîn a PilatForma Dewhayê de, ku 2 rojan bi amadebûna serokên dewletan û rêxistinên navçeyî û Davdewletî berdewam dike, got ku li Sûriyê karkirina li ser zemînê zehmet e, û eger aramî pêk neyê li gor prensîba gav bi gav , emê li Sûriyê karesateke mezin çêkin.

Gêr Pedersen herwiha got: Kêmbûneke berçav di alîkariyên Sûriyê de heye, ku bandorê li jiyana xelkê dike û divê her kes raweste û pêdaçûnê li ser tiştên ku bi qeyranê ve girêdayî ye, bike.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê tekez kir, ku "Pirsgirêka Xezeyê digehe Sûriyê û oksîjenê devera aram li Rojhilata Navîn kêm dike."

Gêr Pedersen herwiha got, "Tişta ku niha me nîgeran dike ew e ku di her kêliyekê de li Sûriyê dev ji lihevkirinê berdin, Divê piroseya siyasî were parastin, ji ber ku xelkê Sûriyayê dixwazin di hemû dosyayan de beşdar bibin. û di piroseya siyasî de biryaran bidin."

Sala borî, Gêr Pedersen bang li aliyên pêwendîdar bi dosyaya Sûriyê kir ku "gotûbêjên dîplomatîk ên cidî ji bo avakirina baweriyê di navbera Sûriyan û aliyên din ên pêwendîdar de", li gorî prensîba gav bi gav û di çarçoveya biryara 2254 de, bikin.