Kazexistan amadebȗna xwe ji pêşwaziya civînekê derbarê Sȗriyê re tekez kir

Kazexistan amadebȗna xwe ji pêşwaziya civînekê derbarê Sȗriyê re tekez kir

PDK-S: Welatê Kazexistanê di amadekariyên xwe de ji bo lidarxistna civînekê derbarê Sûriyê li gor Asîtanayê berdewame .

Di lêdwaneke rojnamevanî de roja Sêşemê 1.10.2019, Muxtar Tilawbirdî wezîrê derve yê welatê Kazexistanê ragehand welatê wî ji aliyê xwe ve amadekariyên xwe ji bo pêşwaziya civîneke li gor Asîtanayê li Nûr Soltan paytexta Kazexistanê derbarê Sûriyê kiriye, û li hêviya tekeziyeke fermî ye ji dema encamdana wê civînê re .

Wezîrê derve yê Kazexistanê herweha got, ku civîna li gor Asîtanayê giringiya xwe ji çareseriya Sûriyê re parastiye û bi beşdariya Lubnan, Urdun û Îraqê jî wek çavdêr ji bilî welatên gerantor berjewendiyên gengeşeyan dê berferehtir bike.