Cêfrî: Nabe Komkara Erebî pêşwaziyê li Rêjîma Esed bike

Cêfrî: Nabe Komkara Erebî pêşwaziyê li Rêjîma Esed bike

PDK-S: Şandeyê taybet yê Emerîka ji bo Sûriyê dibêje, ku di dema nihade li gel komkara Erebî di peywendiyê dene da ku rêjîma Esed nevegere bo komkara Erebî heta, ku biryara Navdewletî 2254 were cîbicîkirin .

Cêmis Cêfrî şandiyê taybet yê Emerîka bo Sûriya derbarê vegera rêjîma Esed bo Komkara Erebî hoşdarî da Komkara Erebî , got pêşwazîkirina Komkara Erebî ji rêjîma Esed re wê astengiyan li pêşya çareserkirina kirîza Sûriyê dirust bike .

Herweha Cêfrî dazanîn, ku rêjîma Esed wê bimîne di dorpêça siyasî de heta ku çareseriyek ji bo kirîza Sûriyê were dîtin .