Hejmara penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê 16 hezar derbas kir

Hejmara penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê 16 hezar derbas kir

PDK-S: Berpirsê ragehandinê li Borda karûbarên mirovayetiyê li parêzgeha Duhokê got, ku amara penaberên Rojavayê Kurdistanê yên navên wan li beşê tomara Borda mirovatiyê hatiye tomarkirin gehiştiye 14700 penaberî.

Salm Se'îd, berpirsê ragehandinê li Borda karûbarên mirovayetiyê li parêzgeha Duhokê ragehand, ku li kempa Berdereş heta niha 14700 penaberên Rojavayê Kurdistanê hatine tomarkirin ji wana jî 1500 penaber ji kempê derketine , û li kempa Gewêlan jî heta 2000 penaberî hatine tomarkirin, û jimareya giştî ya penaberan yên li sînorê parêzgeha Duhokê hatine tomarkirin gehiştiye bihtir ji 16000 penaberî .

Herweha Salim S'îd got, ku Îdara kempa Berdereş ji aliyê dezgeha xêrxwazî ya Barzanî ve tê bi rêvebirin .